Mem û Zîn’a Şanoya Bajarê Amedê

         Baran Demir

 

 “Da xelk nebêjitin ku Ekrad

 Bê marîfetin, bê esl û binyad.

Enwayî milel xwedan kitêb in

Kurmanc tenê bê hesêb in.”

 

Beriya ku em pêşandeya “Mem û Zîn”ê binirxînin, em careke din berê xwe bidin Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Xwedê, “Seydayê erd û asîman Ehmedê Xanî”[1] di sala 1651ê de daye dinyê. Di dema Seyda de Kurdistan di bin şerên Osmanî û Sefewiyan de bû.Di sedsala XVII’an de dewletên Kurdan mîrektî bûne: Mîrektiya Botan, Mîrektiya Bedlîs, Mîrektiya Hekarî û hwd. Li ser axa Kurdistanê xwîn diherikî; lêserxwebûn ne ji bo Kurdan, ji bo Ereb, Tirk û Farisan bû.Kurd wek netew nedigihîştin hev û hertim têk diçûn.

Mesnewiya Seyda piştî dused salî, di rojnameya “Kurdistan”ê de çap dibe, lê ne bi giştî. Ramanên wî ji xeynî Feqî, Seyda û xwendayan belav nabe. Gel bi çîroka Mem û Zînê dizane. Qasê ku navdar e ewqas jî nayê zanîn. Herkes bi evîna Mem û Zîn û bi fesadiya Bekoyê Ewan dizane; lê Seyda bi doralî nehatiye xwendin û nehatiye famkirin. Zanebûna Mem û Zînê bûye wek dareke zuwa, hişk bûye û gulî lê şikestî ye. Êdî teyr û tirûd lê danaynin. Bekoyê Ewan, Mem û Zîna Zêdan di devê herkesê de bûye benîşt, lê kakilê wî veşarî maye. Ehmedê Xanî genim hajotiyê; lê Kurdan giyayê xerîb çandiye. Ya genim nehatiye dîtin, yan jî nexwestine bibînin. Zevî nehatiye çinînê û mîrasa bav û kalan; erda di bin destê biyaniyan de ye.

Mem û Zîn, çîroka evîna du ciwanan û analîza Kurd û civaka Kurdistanê ya serdemekê ye. Jê re xwendineke piralî divê. Evîn, tesawuf, ziman û netewbûn mijarên sereke ne.  Mêranî û bindestî, di bin siya evînê de tê hewandin. Seyda pesnê mêrxasiya Mem, Tacdîn û Ristemê Zal dide. Girîngî daye ser Botan û Cizîrê; ji ber ku di navenda Kurdistanê de ye, ji Ereb, Rom û Eceman dûr maye xwe parastiye û  Kurdewar maye. Padişahê Osmaniyan û Şahê Eceman di sala 1639’an de bi peymana “Qesra Şîrîn” Kurdistanê dikin du perçe. Bindestiya Kurdan dikeve destê herdû dewletan. Berhema Ehmedê Xanî, şert û mercên demê li me eyan dike, dibe tîroj, dibe çirûsk lê pênakeve.

Ronesansa Kurdan diviyabû bi Seydayê Ehmedê Xanî destpê bikira. Ewî tov reşand axa Kurdistanê; lê ji tiştên ku ji wê demê hatine ber destên me, dixuye ku wî tenê hîştine. Seyda di Mem û Zîna xwe de, êş û derdê xwe vedireşe û barê xwe pê sivik dike:

Herçî kesê ku dest havêt şûr

Wî zebt kir, xiste destê xwe bi mêranî, dewlet

 

Lewra wek bûkeke ev cîhan

Di destê şûrê tazî da ye hukm û ferman!”

 

Hevgirtin û yekîtiya me hebûne eger

Û hemî li pey hev biçûna eger

 

Rom û Ereb û Ecem bi temamî

Hemiyan dê ji me ra bikira xulamî

 

Me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewlet

Me dê bi dest bixistana zanîn û hîkmet.” [2]

Celadet Alî Bedirxan ji bo vê yekê welê nivîsiye: “Xanî ji beriya wextê xwe hatibû; wextê wî seh nekiribû. Gava Xanî berevaniya milet, nijad û welatê xwe dikir, welatiyên wî li ber tişne din sekinîbûn.” [3]

Xanî, beriya şoreşa Frensiya yekbûn û pêwîstiya netewebûnê dîtibû û nivîsandibû. Lê Kurmancan ewî fam nekiribûn. Ya di wê demê de xwendin kêm bû, yan jî nehatiye famkirin. Belkî jî sedem kêmaniya seydayên wek Ehmedê Xanî bin jî. Dibe ku tenê mabe. Civaka Kurdan ne wek civaka Cihûyan e ku hemû li pey Elyezer biçin. Elyezer Cihûyekî ye ku çawa zimanê xwe yê Îbranî pêşiyê tenê li mala xwe axiviye aniyê û dû re bûye zimanê welat û dewletekê. Ew birîna ku Seyda der kiriye hê cebar nebûye. Mem û Zîna wî li ser ne-yekbûna Kurdan e jî. Di kitêba wî de evîn, bûye amûrekê:

“Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da

Kurd di hebûn û hîkmeta Xwedê da

Gelo çima û ji ber çi mane bêpar

Hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!”

Carinan divê mirov ji bo rewşa “berê” fam bike, divê li gor “çima”ya “niha” were analîzkirin. Li gora şertên berê û îro, dîsa jî mirov bi giştî dikare bibêje ku, tiştê Seyda bi me dide famkirinê û dema ku em tê de dijîn, xwişk û birayê hev in. Hunermend û nivîskarên ku di navbera du ziman û çandan de xwe dieciqînin, 300-400 sal berê jî hebûne. Lêgerîna Kurdewariya “resen” tunebe, xwarina li ber wan ji çandina tovên “biyaniyan” e…

Piraniya hunermendên Kurd, berhemên xwe bi çavderiyên “Ewropayî an jî bi Oryantalîstî” dibînin… Zimanê berheman Kurd û Kurdî ne, lê ne Kurdewarî ye.  Ev eciqandina çandî ye! Serdestiya çanda dagirkeran e. Mêjî  dirizîne, tiştên ayidê çanda xwe “tam” nake û “gundî-beredayî” dibîne. Bi zelalî dikarim vêya bibêjim: Kurdî “pere” nake! Ku pere bikirana wê tov li ser giyayê xwe şîn bibûna. Qîmeta Kurdînûs û nivîskarên ku bi zimanên serdestan dinivîsin ne yek e. Nivîskarên “Kurdî” pirê caran giyayên hewşê ne. Populîzm û xwe îspatkirina çêtirîn, bi barê Tirkî, Erebî û Farisî ye. Li vir nivîskar ne gunehkar in. Civak û gel jî wusa. Gunehkarî, gunehkariya kesên ku vê birîne dîtine û ne-dîtî tevgeriyane ye. Seyda vêya dîtiye û bi “êş”ê ketiye. Û di navbera pêşî û paşî/berê û îro de jî, heman tişt hebûye.

Ji bo mesele zelaltir bê famkirin em ê serî li gotinên Hemzeyê Muksî bikin. Xwebîrnas di pêşgotina çapa Mem û Zîna ku di sala 1919’an de di kovara Jîn’ê de çap bûye,  ev malikên Ehmedê Xanî bijartiye û rewşa dema xwe nirxandiye.

 “Ger hebûya me jî xwedanek

 alîkeremek, letîfedanek.

              

Min dê elema kelamê mewzûn

alî bikira li banê Gerdûn.

               

Çi b’kim ku qewî kesad e bazar

Nînin ji vî qumaşî ra xerîdar.”

Muksî, piştî van malikên Seyda gotina xwe dibêje: “Heqîqetên bazara xortên me wek bazara Ehmedê Xanî kesad e. Çi qeder îzhara hemiyetê dikin mewcûdiyeta xwe telef dikin, ji jehriya mahrêt reş xilas nabin, ji kula welat jorê selametê nabînin. Ya Reb, tu wan mehfûz bidêr û muweffeq bike.” “Vîqumaşî” (Kurdî) di dema Hemzeyê Muksî de jî “pere” nekiriye. Jehriya marê reş jî Tirkî, Erebî, Farisî û zimanên Rojavayî ne.

Nivîsa hetanî vê derê li ser çend nirxandinên (krîtîk) heyîndeyên di Mem û Zîna Ehmedî Xanî de bû. Tevî van dîtinan em berê xwe bidin “Mem û Zîna DBŞT’ê”.  Wekî her Kurdekî, çavên mirov pêşî kêmasiyan dibîne. Negotina kêmasiyan tenê dibe xweşkirina pesindayînê… Beriya başî û serketiyên şanoyê, ez ê jî nebaşî, qelsî û lewaziyên vê pêşandeyê bi temaşekirina du caran, çavderiyên xwe bi we re parve bikim.

Mem û Zîn, bi derhêneriya Ruknettîn Gun derketiye û lihevanîna teksta şanoyê jî Kawa Nemir kiriye. Pêşandeya bi kadroya 65 kesan, ne li ser sehnê; lê li Qonaxa Cemil Paşa û bi muzîka zindî tê pêşberî temaşevanan. Şano wek ku di wê avahiyê de biqewime, lê dîsa jî bi “dîwarê çaremîn” tê temaşekirin. Alî Tekbaş “Mem”, Zelal Gokçe jî “Zîn”ê dilîze, vedibêje. Yavuz Akkuzu, di rola Beko de lîstikvaniyeke xweş honandiye; xeyn ji seriya pêşandeyê hetanî dawî qefila herdû destên wî yên klîşe.

Rola Qirdik lêzêdekirineke pir başe û cihê xwe girtiye. Dar di dest de hercar “qeşmerî” dike,  çindikan davêje û xwe bi kesan dide kenandin. Wek ku tê zanîn “Qeşmer” padişah û kral dide kenandin û “Qirdik” jî gel. Meriv dikare bêje yek jê şanogerê desthilatdariyê ye, yê din jî şanogerê gel e û şanoya wî jî taybet e. Qirdikê Mem û Zîn, têra xwe ne “aktîf” bû. Du sedemên vê ne-aktîfbûnê hene:  Xebateke li ser wî nehatiye kirin û şanoger xwe lê germ nekiriye. A din jî, derhêner nexwestiye di vê çîrokê de wî bide pêş. Bi çavderiyên min, Yavûz Akkûzû bi tecrûbeyên xwe yên “Xulamê Du Xwedî” Qirdik bixebitanda, wê kêmasiyên wî zêde nehatina dîtin. Di Memê Alan de jî “Qeşmer” heye. Xebateke taybetî ji bo Qirdik divê. Ji ber ku wê di pêşerojê de bibe mînak û feyîz ji bo Qirdikên nû. Mem di zindanê de welê dibêje: “Ez çavên xwe digirim ku bibînim xiyala Zîna Zêdane, we ji min re aniyê qeflê sewtariyane.” [4]

Mîrê Sêvdîn jî Kemal Ulusoy e û ew nebûya, hilanîna vî barî  giran ew ê li ser şanogerên din bimana. Serhat Kural û Yeşîm Coşkûn jî bi dansa xwe ya Mem û Zînê di pêşandeyê de cihê xwe girtibûn. Serketiya dansa wan nayê niqaşê, lê bi giştî sehneyên wan zêde bûn, wek stranên Mem û Zînê…

Ez ê di derheqê mûzîkê de zêde tiştek nenivîsim. Bi kurtasî: şano piranî ji stranên Mem û Zînê pêk tên. Diyalogên Mem û Zînê pir kêm in. Ew piranî distirên. Carinan ji me re dibe wek mînî-konser û bi gotina stranan li hewşê valahiyek çêdibe. (Weke koro bihatana gotin û koreografiyek bihatana çêkirin wê ev valahî çênebûna) Gotinên stranan Şêxmûs Sefer nivîsiye. Xwezî gotinên wan stranan ji Mem û Zîna Ahmedî Xanî  çêbikirana. Çavkaniyên stranbêjan “Dengbêjî” û “Muzîka Seraya Kurdî” bûna, bingeh xurt û wê ruhê mîstîkiya çîrokê xwe bidana der.

Ava Mem û Zîna DBŞT’ê nekeliya ye. Çaya bi ava nekelandî zelal e û ev diyalektîk e. Mem û Zîna ŞBA’yê ceribandineke balkêş û hêja ye, lê bi giştî û li gora xwestekên xwe hê jî nekemiliye. Bi pêşandeyên siberojê û bi tecrubeyên nû re, ez dibêm ku wê xweştir li hev were.  Baweriya min ew e ku wê rê li “Zembîlfiroş”, “Dewrêş û Edûlê” û “Kela Dimdim”ê ronî bike. Ruknettîn Gun bi pêşandeya Mem û Zînê bi me dide zanîn ku ne tenê bi devkî û nivîskî, şanoya wî jî mumkun e. Ne xeyal e û herkes dikare pêşandeyeke şano û adabteyî sînemayê bike.

Di dema Seydayê Erd û Asîman de, Osmanî û Îranî Kurdistanê di nav xwe de parve kiribûn û Kurdistan bûbû du perçe. Seyda vêya di Mem û Zîn’ê de bi zelalî nivîsîbû. Ev parçekirin kurtasî be jî, di şanoyê de bi cî bibûya yan jî bi vebêj bihatana gotin wê cihê xwe bigirta. Bi temamî çîroka evîna du ciwanan be jî, “di şert û mercên demê de evîn” di bin siya şer de bû. Ku Mem û Zîn di sedsala XXI’ê de bihatana nivîsandin, nivîskar bêyî rastiyên civakê binivîsanda jî, şano nikare xwe ji rasteqîniyê veşêre. Berhem ji “Romantîzm”ê bifetise jî, derhêner dikare bêhnê lê veke. Mînakên bi vî rengî di şanoyê de gelek in û têne bikaranîn.

Min jî di şanoya “Hirç û Xwezgînî” de lêzêdekirinên bi vî rengî kiribû. Engin Alkan di şanoya “Bexçeyê Vîşneyê” de, têkoşîna  Bolşevîk’an bi 2-3 deqeyan hanîbû ser sehnê, li şanoyê rûniştibû  û bala temaşevanan kişandibû ser xwe. Ne hewce ye ku Çêxov di berhema xwe de hertiştê dema xwe di piyesê de bide zanîn. Ku tişteke wusa bikirana jî, wê piyesa wî piştî sed sal nehatana ser sehnê. Wê bibûna belgeyeke demî; lê dramatûrjiya şanoyê xwe jê dûr naxe, xwe lê diqelibîne û bala temaşevanan dide rasteqîniyê. Berhem dibe mînak ji bo jiyana wan a rojane. “Berê” û di berê de “îro” tê dîtin. Ev ne adebtasyon e, bayekî hênik e li pêşandeyê.

Wek ku tê zanîn û Seyda bi xwe jî nivîsiye ku Mem û Zîn li Cizîra Botanê bûne. Bûyer li wir qewimiye.  Ev gotinên pêşiyan ku di teksta şanoyê de bi cî bûne, yên herêma Serhedê ne: “Em dibêjin nêr e, dayo dibêje bidoşe”, “Qam qama mêşê ye deng dengê gamêşê ye, “Beranê bisko li ber pezê bavo.”  Hin ji van biwêjan tilsim û efsûna şanoyê xera kiribûn. Du sedemê vêya hene: yek jê ne ji Cizîra Botanê ne, ya din jî li berhema Xanî zêdekirineke li dijî zimanê wî yê edebî û helbestî ye. Li hev naynê. Bi bihîstina van biwêjan pişirîneke li meriv peyda dike. Rast e. Lê li derve, an jî di jiyana rojane de. Di pêşandeyê de wek ava sar e, meriv dicemidîne û per û baskên çîroka xeyalî dişkîne. Meriv dikare bêje ku Mem û Zîn ji Cizîra Botanê derketiye ber bi Serhedê ve çûye. Çend mînakên din jî ê bi vî rengî hene. Çend lêzedekirin jî ev in: “Ji Qersê heta Kerkûkê…”,  “Jor jêr, Ben û Sen”,  “Gelek qere çarşembe bi ser derbas bûne”, “Zîna xwuşka Xanê Çengzêrîn”. “Bila Ereb, Rom, Faris û Tûran bizanin em kî ne!”

Tûranî piştî 1908an İttihat û Terakki  “Wêjeya Millî a Tirkan” derxistiye û bûye rê ji bo wan. Yanî Tûranî nû ne û daxwaza bikaranîna di şanoyê de jî, ne-xerabnîşandina Tirkan e! Bi giştî meriv van gotinan bide ser hev, daxwaza yekbûna Kurdistanê û xwestina kodên yekîtiya Kurdan e. Derketina Mem û Zînê ya ji Cizîra Botan e. Mem û Zîn’a ŞBA’yê bûye sembola her çar perçeyê Kurdistanê.

Mîr û Mem di kişikê de du lîstikan dilîzin û her carê yek zora yekî dibe. Kişika ku di Memê Alan de tê lîstin, dengbêj wek ku di jiyana rastîn de şer bikin qal kiriye. Ev hunerek e. Estetîk e û afirandineke hêjayî ye. Di raxistina Mem û Zînê de ev sehne welê bihatana raxistin wê pêşandeya şanoyê û şanogeran bilindtir bibûna. Koreografiyeke bi hemû kadroyan û bi derfetên hewşa qonaxê û muzîkalê bihatana ber me, dê rengê pêşandeyê biguheriyana.  Herkes çi ji destê wî/wê tê, nekiriye. Barê giran li ser milê nivîskarê tekstê Kawa Nemir û derhênerê şanoyê Ruknettîn Gun e. Ev di Mem û Zînê de weke kevirê havînê li ber çavan e.

Ez ê bi kurtasî çend kêmasiyên hûr û li paş wan jî hebûna problemeke mezin jî binivîsim: yek ji wan kostumên mêran e. Ne resen in “çêkirî” ne. Di bin têsîre Osmaniyan de mane û çavkanî ne ji herêmên Kurdistanê, ji Rojavayê Tirkiyê ne. Ya din jî rûjên (make-up) li lêvên jinan e. Di Mem û Zîna Seyda dekil û rû sorkirin heye; lê di tu çavkaniyên Kurdan yên berê de lêv û sorkirin derbas nabin. Sehneya ku ji tenekeyekê dûman hildikişê û remldar (koçek) li ber e, wek “Pîrebok” û “Kahîn”ên piyesên Sheakspeare bûn. Wekheviyên “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî û “Romeo û Juliet” hene, lê remldarên me ne di nav dûmanan de ne. Ew ne pîrebok in jî.

Rojhilat ne Rojava ye.Em nikarin bi çavên Rojava li Rojhilat binêrin. Ev Oryantalîzm e.  Dîtin, nêrîn, hizir û jiyana rojane li gorî çandên herêmî diguherin. Pirê caran Remldar û Pîreboka Rojava di nav dûmanê de ye û di beroşa wî/wê de jî îksîr/dermanê wê dikele. Ê me niviştan çê dikin, bîrov dibirin û hwd… Em çi bixwînin em ew in. Zanîngehên me û çavkaniyên me (Bakûrê Kurdistanê) bi Tirkî ne. Em bi temaşekirina şanoyên Tirkan û xwendina kitêbên şanoya Rojava karên xwe dikin. Ji ber vê yekê jî ev anormalî, dibe weke normaliyeke li ber çavan.

Xanî bi qelema xwe Kurdan hişyar nekir. Gelo wê ev şano vî barî bide ser milê xwe? Piştî temaşekirinê kîjan hest li Kurdan peyda dibe? Temaşevan piştî şanoyê li ser çi diaxivin û difikirin? Van pirsan wê rê li pêşandeyê zelal bike…

Ev nivîs ne rêliberxistina hunermendan e. Rêliberxistin Don Kîşotî ye. Hêviya min ew e ku wê nifşên nû bi temaşekirina şanoyên Kurdî û bi xwendinên xwe bi ser bikevin. Pirs ji bo me şanogerên xwedî tecûbe ev e: Em ê nifşên nû çawa rakin?

[1]Epîlog – Hesenê Metê

[2]Mem û Zîn – M. Emîn Bozarslan, weşanên Deng

[3]Hawar – Celadet Alî Bedirxan, hejmar 45

[4] Memê Alan – Roger Lescot, weşanên Orfeus

 



  tarafından yazılan diğer yazılar.

Yorum


işlemi tamamlayınız:


− 1 = altı