27’ê Adara Şanoya Kurdî

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

Di roja Şanoyê de, semînerek li ser Şanoya Kurdî, li weqfa Îsmaîl Beşîkcî çê bû. Di semînerê de “Erdal Ceviz, Aydın Orak û Berfin Zenderlioğlu” li ser şanoyê axivîn. Berî ku semîner dest pê bike, dokumentera Aydin Orak ku kişandibû hate temaşekirin. Dokumentera wî di derheqê xebateke şanoyê de, li Pazarcik a Qersê hatibû kişandin. Bi giştî, kesên ku di vê xebatê de cî girtibûn, nû dest bi şanoyê kiribûn. Ji ber vê yekê xebateke balkêş bû.

Pişt re, Aydin Orak:“Em li ser Şanoya Kurdî ya niha û pêşeroja wê biaxivin çêtir e. Ji ber ku beşdar bi piranî şanoger in û herkes pê dizane.” Ev jî dihat wateya ku, em ê li ser rewşa niha bisekinin û wê di vê semînerê de gotinên jiberkirî tune bûya… Li ser zimanê axaftinê ji temaşevanan pirsîn: “Di nav me de yên bi Kurdî nizanin hene?” Bi gotineke din, di nav me de Tirk hene yan na? Du kes hebûn û ji wan yekê gote “Ez bi vê helwestê hatime vir, ka Şanoya Kurdî çawa ye, dîroka wê çi ye? Lê hûn bi zimanê xwe (Kurdî) biaxivin, divê em jî hînî zimanê we bibin.” Dîsa çi bû, çawa bû! Dawiya dawî ziman û mijar jî hate guhertin. Weke her carê Tirkî zora me bir!

Her çi qasî, ziman û mijar ne di rojeva Şanoya Kurdî de bû, dîsa jî daxuyaniya 27’ê Adarê yekem car bi Kurdî hate xwendin. Mijara daxuyaniya Dario Fo, ji dîroka şanoya Commedia dell’Arte heta rojeva şanoya hemdemî hatibû nirxandin. Lê semînerdaran ji bo şanoya Kurdî welê nekir.

 Divê em di mijara zimên û şanoya Kurdî de li kêmasiyên xwe vegerin û ji maneyan xwe dûr bixin. Ez dikarim ji bo xwe bêjim ku, ev serê sêzdeh salan e weke şanoger di lîstikên Kurdî de cî digrim û tiştên ji destê me dihat, me têra xwe bi pêk nehanî. Me her tim pesnên xwe bi kirinên berê dida û şanoya xwe bi dîrok û berhemên kurdî ve girê neda. Li gorî me, dîroka şanoya Kurdî bi salên 1990’î dest pê kiribû û beriya me, wekî “profesyonelî” kesî lîstikvanî nekiribû! Îro jî heman helwest di vê mijarê de weke berê tê dîtin. Hîn jî, dîroka şanoya Kurdî ji bo me nezanîneke berbiçav e. Em îro ji çavkanî û berhemên Başûr û ji Sovyetê ne xwedî zanebûneke giştî ne. Ev kêmanî ya me hemû şanogerên Kurd e. Me xwe heta niha, bi berhem û dîroka şanoya Kurdî ya herêmên Kurdistanê ve girê neda. Sedemên me jî, hertim şer û tunebûna derfetên me bûn. Lê îro, her şanoger dikare bi hêsanî, xwe bigihîne çavkanî û berheman. Weke mînak mirov dikare ji çend malperan bi dehan pirtûkên şanoyê bi dest bixe.*

Pêdîviya şanoya Kurdî, bi hemû tecrube û derfetên xwe, dikare ji bo pêşerojê semîner û xebatên hevpar bike, wê ji bo me hemûyan erênî be. Divê em xwe ji hesabên derveyê şanoyê dûr bigirin û şanoyê biaxivin; lê ne tenê ya Bakur.

Ji bo niha gelek tişt ji destê me tê, em dikarin rê li ber şanogerên nû zelal bikin. Şanogerên xwedî tecrube, divê rewşa şanoya Kurdî ya niha berfireh binirxînin. Ji ber ku tecrubeyên wan ji bo nifşên nû pêdivî ye. Yên ku bi salan e, bi şanoya Kurdi têkîldar in, divê pratîk û çavderiyên xwe binivîsînin û vêbêjin. Nirxandin û xebatên şanoyê bi Kurdî neyê kirin, wê demê tiştekî ku mirov hêviyekê jê bike wê tune be.

 Bi hêviya ku şagirtên nû jî nekevin xeteriyên berê.

*http://www.kurdlib.org/catalog.aspx?lang=10

  http://bnk.institutkurde.org/catalogue/ )

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Baran Demir

Yanıtla