Baran Demir
Di literatura cîhanê de, çîroknivîsiya Anton Çêxov, ji nivîskariya wî ya şanoyê navdartir e. Hin şanoger jî wî tene bi berhemên şanoyê nas dikin.
Çêxov, dema li zanîngehê dixwîne, ji bo debara xwe çîrokên mîzahî û pêkenîn dinivisîne. Hin kovar nivîsên wî naecibînin; lê ew dîsa dev jê bernade û dinivisîne. Di kovaran de nêzîkê sêsed meqale, hevpeyvîn û çîrokên wî çap dibin. Di ber van nivîsan de, şanoyekê dinivisîne û diçe Moskowê û dide şanoya Malyî ji bo ku derxin ser sehnê. Lê ev lîstik ji terefê şanogeran nayê ecibandin û lîstika wî lê vedigerînin. Sedama vê bûyerê jî, lîstik heft seetan didome… Dirêjbûna lîstikê, ji bo şanoger û temaşevanan zehmetî û aciziyeke mezin e.
Di teatroya Ewrûpî de serdestiya nîviskar, heta destpêka sedsala 20an bi awayekî berbiçav e. Biryar û ecibandinên nivîskar, nedihîşt ku derhêner mudaxile li berheman bike. Berhemên nivîskaran ji bo wan wek zarokekî bû û nedixwestin guhertinên lê zêde be yan jî kêm bibe. Çêxov jî yek ji wan nivîskaran bû. Tenê bi helwesteke xwe Çêxov ji nivîskarên din cûda tevdigeriya. Ku nedihat hesabê wî sehnê terk dikir! Di Şanoya Hunera Moskowê de Stanîslavskî, di provayên lîstikên Çêxov de dema ku sehneyekê biguherîne Çêxov mehdê xwe lê tirş dike û dibêje “Tu çi dikî bike” û ji şanoyê derdikeve diçe.
Derhênerbûna Stanîslavskî bêtir ji kîsê Çêxov e.
Serdema derhêneran, bi Şanoya “Rasteqînê” di sedsala 19an de ji George’ê 2. dest pê dike û weke “Otto Brahm, Andre Antoine û bi Konstantîn Stanîslavskî her ku diçe xurttir dibe û heta dema îroyîn de jî, ji bo şanoya hemdemî mirov dikare bêje “derhêner” dibe serdestê şanoyê. Agirê ku George’ê 2. vedixe, Andre Antoine geş dike û têsîra xwe li Stanîslavskî jî dike. Nemirovîç Dançenko û Stanîslavskî, Şanoya Hunera Moskowê ava dikin û ji bo vê şanoyê jî lîstikên Çêxov girîngiyeke mezin didinê. Bingeha xebata xwe ji lîstikvanî û şanoyeke xwezayî lêdikin.
Stanîslavskî di lîstikavaniyê de rê û rebazên nû diceribîne. Rêbaza wî ya sereke divê lîstikvan di rola xwe de bijî. Gelek guherînan di şanoyê de bi cî dike. Ji dekor, kostum heta dengê ku di xwezayê de hene tîne ser sehnê. (piranî dengên hespan çivîk û beqan) Çêxov beşdarê provayên wan dibe û rast li dengê beqan tê û dibêje; “Şano ne ew tişte ku hertişt rasterast li ser senhê bê raxistin. Di provayê lîstika Qaqlîbaz (Marti) de li ser sehnê bi lîstikvanan re dixeyide û dibêje, “Min ev lîstik weha nenivisand, xweş bilîzin, ev jin ji heq dernakeve, ez nahêlim di lîstika min de derkeve ser sehnê. Jineke şêrîn hebû di şanoya we de bila ew bilîze.” Li ser vê rewşê Stanîslavskî di nivîseke xwe de dibêje; “Gotinên wî ji bo me wek peywiran bû.” Ez, fêşkên ku dawî lê nayên û hêza pêhesiyê ku ji hestan tê; raxistina wan a ser sehnê, ez ji Çêxov hîn bûm.” Şanoya Hunera Moskowê 5 lîstikên wî hanîne ser senhê û bêyî dîtin û mudaxileya Çêxov negihîştine temaşevanan.
Bi Kurtelîstikên Çêxov Serboriya Teatra Sî
Bi destpêkirina lîstikên wî, me xwest silavek bi Kurdî, bi kurtelîstikên “Hirç”, “Xwezgînî” û “Derheqê Zirarên Titûnê De” ji wergera Rûsî li Çêxov bikin. Ji temaşevanên Kurdî re, karakterên Çêxov yên çîna navîn (karmend û milkedar) û Kurdên di vê demê de dijîn, em li pey komediyên wan ketin, ku wan bibînin û bînin ser sehnê.
Li gorî me zewac û “Mêranî” kêm zêde, di lîstikên Çêxov de jî xwe dide der. Dema em rast lê hatin; ji Çêxov re pêdiviya “Spasîva” li me peyda bû û me dest pê kir.
Di mîzaha kevneşopiyê de evîn, pere û serdestî hertim bûye malzemeya kenê. Ji dema Çêxov û bi lehengên wî, em dibînin ku ji bo temaşevanên Kurdî, îro jî pêdivî bi Çêxov heye. Me xwest ji çend kurtelîstikên wî dest bi şanoya Çêxov bikin.
Jiyana karakterên rojane, di hîmê mêranî û zewacê de, me xwe li komediyê wan asê kir. Lîstika “Hirç” têkiliya jin û mêr, rewşa jina di civakê de rexne dike. Karakterên kû di navbera pêwîstiya şexsî û civakî de mane; bi komediyê, xwe didin der.
Rasteqîna jiyana civakî û rojane, bûyer çewa qewimî be, wî resterast nivisandiye. Ji xwe di lîstikên wî de dem, wek ya jiyana rastî ye. Bûyer nîvrojê dest pê kiribe, an jî êvarê be, ew lîstik di wê demê de destpêdike û diqede. Ji ber vê yekê temaşevanên ku li ber televîzyonê asê bûne; me xwest em “Şanoya Rasteqîne” a Çêxov bidin ber wan.
Çêxov beriya honandina lîstikên xwe, li ser jiyana karateran disekine. Ev jî lîstikê xurt dike. Di lîstikên wî de lîstikvan bixwaze jî, nikare ji kakarteran bidize û nelîze. Lîstikvan ji dêvla “Lomov” xwe bilîze, karakter dernakeve holê. An jî “Natalya” ji heq dernekeve, ev kêmasiya lîstikvan e û ji “Natalya” didize. Tenê jiberkirin têr nake. Ji xeyn lîstika li holê lîstikeke veşartî jî heye. Heta ew lîstik û karakterên veşartî dernekevin holê, teksta xav e, li ser sehnê. Pirê caran peyv û hevokên lîstikê bê reaksiyonin. Bi gotineke din meriv dikare bêje, lîstikên wî rojane ne û ji bo şanoyê rîskeke mezin e, ku şanoger hay ji şêwaza Çêxov nîn bin.
Hilbijartina her sê kurtelîstikan; hinekî jî, ji bo du lîstikvanên ku nû tevlî Teatra Sî’yê bûbûn, ji bo wan wek perwerdehiyê bû. Di raxistina ser sehnê de bi taybetî me serî li tecrûbeyên Stanîslavskî da. Di dunyayê de mirovên ku li ser Şanoya Rasteqîne û lîstikvaniya xwezayî xebat kirine, 2. George ê Saxe-Meînîngen, Otto Brahm û Andre Antoine, rê li ber me zelal kirin.
Dekor ji bo ku nekeve pêşiya lîstikvaniyan, me kêm bikar anîn. Di lîstikan de me ronahî bikar neanî. Kostum li gor dema sedsala 19an me li hev anîn. Baweriya me ew e ku: lîstikek biyanî be, ji bo temaşevanên Kurdî re divê wek wê demê bê amadekirin. Ji ber ku ew lîstik bi kostum, dekor û lîstikvaniya xwe jiyaneke cûda ye. Me xwest ku bi van kurtelîstikên Çêxov ji bo temaşevanên Kurdî balkêşiyek be û em di vê baweriyê de ne.