Xulamê Du Xwedî

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

Di 3.Festîvala Behra Wanê de, lîstika DBŞTê (Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê) a bi navê “Xulamê Du Xwedî” di 11ê îlonê de, li Wanê ji temaşevanan re hate ser sehnê. Bi temaşekirina kêmaniya bîst deqeyê destpêka lîstikê, ez ê hewl bidim ku qala lîstik û lîstikvanan ji we re bikim. Ji ber ku min berê ew lîstik ji Tirkî xwendibû, di famkirina min a bi giştî de kêmasî çênebû.

“Xulamê Du Xwedî” ne ji Îtalî, ji Tirkî hatiye wergerandin. Ji navê lîstikê heta diyalogan kêmasiyên ziman hene, lê ez ê ji we re qala kêmasiyên wergerê nekim. Jixwe nivîskarên Kurd dema lîstikeke bi Kurdî temaşe dikin, ji xeynî rexnekirina ziman, qala tu tiştekî nakin. Ew vî karî baş dizanin!

Nivîskar Carlo Goldoni, lîstikê li ser sparîşekê nivîsandiye. Di sala 1745an de lîstikê ji nû ve,  bi sê perdeyan dinivisîne. (DBŞTê bi du perdeyan danîbû ser sehnê) Carlo Goldoni (1707-1793) “Xulamê du Xwedî” ji azmûngeriya karakterên Şanoya gel a Îtalî* (Commedia dell’Arte) girtiye û wan bi zimanekî edebî haniye ser nivîsê. Xulamê du xwediyan Trufaldino jî, yek ji wan e. Guherîna karakterê Trufaldino xwe bi hêsanî dide der. Di nav evîn, romantîzm û fenên dewlemendan de, ew ji bo debara xwe bike, fen û dolaban li hev tîne. Pir caran bi azmûngerî, xwe ji nav lepên xwediyên xwe derdixe û ji xezeba wan difilite. Yekî zana û pratîk e.  Ew bi zikbirçîbûna xwe daxwazên xwediyên xwe tîne cî. Birçîbûna wî ya zik, wusa tê ber çavan, ku têr bibe dê lîstik jî biqede. Trufaldino têr dibe lê lîstik hê jî didome û em pê dihesin ku ew birçiyê evînê ye. Trufaldino li ser sehnê bi zanebûn û xebateke xurt hatiye honandin. Bi serketiya lîstikvaniya Yavûz Akkûzû, Trufaldino bûye Kurd.  Kemal Ûlûsoy bi hemû tecrûbeyên xwe, li ser sehnê wêrekiya lîstikvan xurt dike. Serweriya wî ya sehnê ji temaşevanan jî xuya ye.

Kirîn û firotina hestên merivan, wan bi her awayî hembêz dike û pere dibe rêberê hest û mêjiyê wan. Derew tîbûna wan e. Dema tî dibin derewan dikin.

Lîstik, par di meha gulanê de derketiye. Temaşevan heta zik li wan hişk bû, keniyan. Piştê lîstikê, dema temaşevan ji salonê derdiketin, bi navê karakteran gazî hev dikirin û digotin, Teqyedîn û Trufaldino. Bi rûkenî, henekên di lîstikê de dihanîn bîra hev. Ev jî armanca lîstikê tîne cî.

Hemû karakterên lîstikê xwedî taybetiyeke dewlemend in. Honandina wan a li ser sehnê, batiniya derhêner dide der. Derhênerê lîstikê Rûknettîn Gun, di lîstikê de nalîze, lê bi avakirina karakteran xwe nîşanê temaşevanan dide. Serketina lîstik û lîstikvanan, serfiraziya Ruknettîn Gun radixe ber temaşevanan. Ew bi vî awayî xwe nîşanê temaşevanên xwe dide.

Min heta niha di şanoya Kurdî de lîstikeke ku bingeha xwe ji Commedia dell’arte girtiye temaşe nekiribû. Lê di şanoya Tirkan de bi kêmanî 4 lîstikan, ku bi forma Commedia dell’arte hatine honandin, min temaşe kirine. Ez dikarim bi rehetî vêya bêjim: “Xulamê Du Xwedî” ji hemûyan çêtir bû. Ji famkirina Goldoni heta lîstikvanî û dekorên ser sehnê û bikaranîna hevokên bi Tirkî jî tê de, ji heqderketineke bi serketî ye. Bikaranîna dengên lîstikvanan, lîstikê dixemiland. Fîgurên birêveçûna wan bi Kurdî bûn. Xuya bû ku beriya provayên lîstikê, xebateke li ser şanoya gel a Îtalî (Commedia dell’arte) hatiye kirin.

Commedia dell’arte di sedsala 16an de tê dîtin. Bi kostûm û maskeyên xwe, mîna dengbêjan gund bi gund, bajar bi bajar geriyane û têsîra xwe li hemû Ewropayê kirine. Heta sedsala 17an xwe li her derê dide nasîn, lê dêrên Îtalî vî hunerî xirab û qedexe kirine. Freng xwedî lê derdikevin (Dû re Napolyon jî qedexe dike) û zêdetir Moliere xwe pê dide nasîn. Commedia dell’arte, di piraniya lîstikên Moliere de xwe dide der. Hin kes dibêjin Pandomîm ji karakterên Commedia dell’arte za ye.

Li gorî gotina dibêjin Mozart jî xwestiye operaya komedî, ji “Xulamê du Xwedî” çê bike.**

Şanoya Kurdî bê xwedî ye. Gerek ev lîstik li ser navê “Şanoya Kurdî” beşdarê hemû festîvalên biyaniyan bibe.

 *http://www.youtube.com/watch?v=ZUnaNTfTzuM

**http://www.gutenberg.ca/ebooks/goldonident-twomasters/goldonident-twomasters-00-h.html

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Baran Demir

Yanıtla