Di derheqê şanoya Kurdî de me pirsên xwe li mamostê hêja Şalîko Bêkes kirin. Ew niha li Moskowê dijî û xebatên xwe yê şanoyê li wir dike. Ji bo min, nasîna wî û xebatên wî pir hêja ne û ji bo ku em wî ji nêz ve nas bikin, me xwe li pirsan asê kir. Hêviya min ew e ku ji pratîkên wî fêde bên stendin (bi taybetî şanogerên Kurd) û rê li ber şanogeran zelaltir bibe.
Te kengî dest bi şanoyê kir?
Di sala 1972yan de min xwe bi teatrê ve girê da. Çûm dibistana teatrê a bi Rûsî, di bajarê Tilbîsê û hin jî di teatra Rûsa da (ya amatûr) ciyê xwe girt. Piştî xwendinê, salekê min di teatra Rûsa da, ya bi navê «Grîboyêdov» kar kir. Sala 1979an de li bajarê Tilbîsê (Gurcistan) me teatra Kurda vekir û ez derbasî wir bûm. Heta roja îro min tewqê xwe ji teatra Kurdî ne qetandiye.
Heta niha te di çend lîstikan de cih girtiye û te derhêneriya kîjan lîstikan kiriye?
Welleh, rastiyê bêjim, ez nikarim niha hesabên wan bînim bîra xwe. Zanim, ku ne hindik in. Çimkî wî çaxî di teatrê de ez artîstê sereke bûm û piranî şanoya de min rol distand û derdiketim ser sehnê. Gelek kêm şano hebûn, kîjana de min ciyê xwe negirtibû. Wek derhênar jî min çend şano amade kirine: «Yên Xwedê Ji Wan Standî», «Kurd û Tûtû», «Neferên Elewat», «Hezar Guhne», «Berevok», «Gul Bê Strî Nabin», «Pey Qaçaxa Rastiyê», «Qurban» û Gelek Kurteşano.
Me lîstika te ya bi navê “Gul Bê Strî Nabin” di vîdeoyê de temaşe kir. Ew lîstik komêdî bû û te bi xwe derhêneriya wê jî kiribû. Hin kurtelîstikên te jî berê di Medya tv de, di zarokatiya me de hatibûn nîşandan. Piraniya lîstikên te komêdî xuya dikin. Sedemên vê taybetiyê û giraniya komediyên te çi ne?
Seda û hezaran salan, miletê min di trajêdiyê de ne û ez ji xwe re hewce nabînim, ku carekê jî wan bidim girînê. Ez pir qîmetê didim temaşevanên xwe û dixwazim gorî karibûna xwe hine eşq bikim nav dilê wan. Ji ber vê jî rêpêrtûara xwe ez tek bi komêdiya tije dikim. Ez dixwazim, wekî rex wan zorî-zehmetiyan de temaşevanên min bên û qe nebe du saeta bi têra dilê xwe eşq bin û bikenin. Wekî qasekê wê tengaviyê ji bîr bikin. Paşê jî di riya komêdî ez hîn hêsantir dikarim pirsgirêkên me deynim ser holê û bi vê prensîpê em ê hîn hêsantir û bê xeyd wan çareser bikin.
Te qet bi Rûsî lîstikan derxistiye û te tê de weke lîstikvan cih girtiye?
Na, bi Rûsî min tiştek amade ne kiriye û ne jî di planên min de hebû ye ev yeka.
Ev pirs hinek klasîk e lê divê ez bipirsim. Problemên Şanoya Kurdî ya Rûsiyayê çi ne?
Problêmên me kurda di her deverê yek in û bawer bikin tiştek ferqî nav wan de tune. Û wek her ciya problêmên me yê sereke aboriyê ve girêdayiye.
Te hin lîstikên Kurdistana bakûr jî temaşe kirine. Li gorî te çi ferqa şanoya Kurdî ya ku tu dikî û ya bakûr hene?
Belê, ferqî heye û pir mezin e. Berî ewil; di şanoya min de ruhê kurdîtiyê heye. Lê li wir, min ew ruh texmîn (nedît) nekir. Ez şanoyên xwe ji bo Kurda amade dikim û nîşan dikim. Lê ew ji bo temaşevanan. Gişk şanoyên min Kurdî ne, lê yên wan na.
Li gora dîtina te, şano çi ye?
Nivîskarê Rûsa, M.Gorkîy gotiye: «Teatir – neynika milet e» û ez bi wî re razî me. Bi texmîna min, wî bi van gotina ji sedî – sed bersiva vê pirsê daye…
Hûn ji bo çi bi şanoyê mijûl dibin?
Gava mirov dertê dinê, gerek wezîfa wî hebe. Ew borcdar e, emekê xwe bike nav jiyana miletê xwe û wê jiyanê geş bike, xurt bike û pêş bixe. Mirovên bê wezîfe, xwe dikin nav rêza heywana û ji xeynî zirarê, karê wan tune ye. Kî çi dikare, hunerê kî di çi de heye. Hinek di dixtoriyê de hunerê xwe dibînin, hinek di siyasiyê de, hinek di karkeriyê de… Min mecalê xwe di çandê de dît û dixwazim bi vî rêyî emekê xwe bigihînim miletê xwe. Ya duda: kêm-zêde ez dîroka miletê xwe nas dikim û bi wê ve girêdayî ji dilêşiya xwe gelek gotinên min hene ku ji xelqên xwe re bêjim.
Mijarên ku dibin astengî yên ji bo şanogeran, derfet û problemên şanoya we çi ne, tu dikarî ji me re vebêjî?
Pere.
Şanoya we çi qasî û çawa bi mijarên rojevî têkildar dibe?
Bi nêrîna min, teatir nikare wek rojname û tv. gavên xwe bi meşa rojevî re bigire. Lê dîsa jî heger ew qewî jiyana civakî ve girêdayî ye – mijarên rojevî jî, ji wî dûr nakevin. Ji bo “Têatra MEDIYA” ev pirsa hinekî çetîn dibe. Ji ber ku mecala me tune, ku em sîstêmatîk xebatên xwe bidomînin. Çiqasî ji me tê, em xwe ji pirsgirêkên milet dûr naxin.
Hûn dikarin ji me re qala şanoya Sovyetê ya Kurdî bikin? Beriya we kî hebûn? Çawa dixebitîn? Çend lîstik derxistin? Temaşevanê wê demê û hwd… ?
Çiqasî bi min ve eyane, hela di salên 1930yî de, li Ermenîstanê (gundê Elegezê) teatra Kurda dihat saz kirin û ewil di dîroka Kurda giştî ew teatir piştî çend sala bû teatra dewletê. Ne berî wê, ne jî piştî wê, heta roja îro teatrên Kurda ev statû ne standine. Bawerim, roja îro tek teatra Amedê a Şarederiya mezin hinekî xwe gihandiye vê derecê. Haya min pê tune, lê min bihîstiye ku li Kurdistana Başûr jî heye teatreke wan, lê yazix, min tiştek derheqê wan nebihîstiye. Sala 1979an de min û çend hevalan ve (Yûrayê Şamil Nabîyêv, Şamilê Nadîrov, Keremê Anqosî û y.d.) Teatra Kurda di bajarê Tilbîsê (Gurcistan) saz kirin û wê teatrê sêzdeh sala emir kir û sêzdeh şanoyên xwe amade kirin û diyarî temaşevanan kirin. Sala 1989an, dîsa di Tilbîsê min sînemaya Kurdî a amatûrsaz kir, lê mixabin wê gelek jiyan nekir (ji sebeba aboriyê) û em mecbûr man me wê kome derbasî ser teatrê bikin û bi vî rengî sînema ya me ”PRÎSK” bû Têatra Kurdî asatîrê û yûmorê bi navê Cegerxwîn. Wî jî pênc sal emir kir. Pênc şano amade kir û sala 1994an belav bû (ew jî ji hêla aboriyê de). 1994an de, ez derbasî Rûsiyayê bûm û heta roja îro li vir li bajarê Moskowayê de hertim di cêribandina de dixwazim teatreke stabîl a Kurdî ava bikim. Bi giştî, teatrên wî çaxî belkî amatûr bûn, lê bi hêz û agir bûn. Ez bawer im ku lîstikên niha jî gelek hene, wekî nagîjin wan. Temaşevan jî bi zû zû germî xwedigîhandin wan teatra. Bi wan re firnaq dibûn û hêla bilindkirina kûltûra xwe gav bi gav bihev re dimeşiyan. Niha bi giştî hesabên şanoya ez nikarim bêjim, lê gelek şano hatin danîn ser sehna Kurdî. Heger kêmasî hebûn jî – ew ji siyasiya dewleta ve girêday bû. Çimkî me dikirin çarçoveyên xwe û me nikaribû ji wê derên.
Li gorî te şanoya Kurdî ber bi ku ve diçe?
Mixabin, niha ez nikarim resmê teatra Kurdî bidim ber çevên xwe, çimkî her tişt hêna xav e û ji teatra Kurdî dûr e. Lê ez di wê baweriyê de me ku bi zûtirekê teatrên me wê bipijin û sifetekî bi kurdî ji bo xwe bibînin.
Ji me re qala bi deh salan berê ya şanoya Kurdî bikin û piştî deh salên din wê şanoya Kurdi li gorî we, wê bigihîje ku? Têbîniyên xwe bêjin?
Heta teatrên me di bin bandora Tirka û Ereba de bin, ji bo pêşketina me çetîn e tiştek bê gotin. Em gerek guhartinên global di nav xwe da ava kin û ji bin bandora wan derên. Deh sal berê jî, vê gavê jî û deh sal pişt re jî tiştek wê neyê guhertin, heger em guhartinê di xwe de çê nekin.
Bandora kîjan şanogeran, an jî derhêneran li te çê bûne? Bi mînakan tu dikarî ji me re vebêjî?
Nikarim bêjim wekî kesekî bandora xwe daye ser min û bi vê ez pir bextewar im. Gelek şanoger û derhênar hene, wekî ez serê xwe ber hunerê wan ditewînim, wan hesab dikim wek mamosteyê xwe, an jî wek Mamostayê Mezin: Çarlî Çaplîn, Rac Kapûr, Stanîslavskîy, Bernard Şoû, Mêyêrhold, Bêrtold Brêht, Nêmîrovîç-Dançênko, Arkadîy Raykîn, Robêrt dê Nîro, Rîçard Gîr, Smoktûnovskîy, Ûliyanov, Yêfrêmov, Tabakov, Kazakov, Xazanov û gelekên din… Çima ez dibêjim ku bandora wan ser min tune? ji ber ku ez xwe şanoger, derhêner û dramatûrgekî Kurd dihesibînim û vê hêlê de bandora wan nikare ser min hukum bike û ev rast e jî. Ez gelek tiştî ji wan hîn dibim, ez bi navên wan re kubar im, lê ez riya xwe de, ew jî riya xwe de…
Li gora te divê şanoya Kurdî ji kîjan berhemên şanoya cîhanê bilîze?
Heger gorî nihêrînên min be; ez tu berheman, xênî yê Kurdî naecibînim. Ji me re pêwîst e niha em birînên xwe qenc bikin. Paşê êdî em dikarin dest bavêjin her berheman. Lê niha îzna me tune em kul û derdên xwe bavêjin yalîkî û pirsgirêkên xelqê ve mijûl bin, îlahî gava hewce ye wan di me de tune. Kes pirsgirêkên me ve mijûl nabin, ji wê zêdetir; her kes dixwazin, wekî em îro jî bêne tune kirin… Fêm nakim; çima em gerek pirsgirêkên wan ve wextê xwe winda kin?
Te îsalê li kîjan lîstikên Kurdî temaşe kiriye û li gora dîtina te çawa bûn?
Îsal min tek şano ya “Teatra Sî” temaşe kir û bi rastî bêjim pir pê re firnaq û kêfxwaş bûm. Çêxov bi xwe wek dramatûrg xwediyê nivîsareke pir girîng û çetîn e û her Rûs, bi xwe jî, zû-zû nikarin berhemên wî derbasî ser sihna xwe bikin. Lê çi ku min di lîstika “Teatra Sî” de dît pir min xweş hat û bi xwe hinek temaşevanên Rûsa jî dîtin û kêfxwaş bûn. Ev yeka ji bo min serfiraziyeke mezin e û ez pir serbilind im bi vê bûyarê. Xênî wê, par min lîstika “Teatra Amedê” dît, ya bi navê “Xulamê Du Xwedî” û ji bo wê jî dikarim bêjim, ku wan dereceke wisa bilind û hostatî nîşan dan, wekî heta niha ez di bin wê bandorê de me. Wê ve girêdayî, ez ecêbmayî dimînim: heger em xwediyê vê hunerê ne – ji bo çi em nikarin pirsgirêkên (Mijarên li ser Kurdan) xwe ve mijûl bin?
Projeyên te hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?
Niha tek projêyeke min a hemdemî (ji bo min) heye: AVAKIRINA TÊATRA KURDÎ! Ji wê zêdetir ez projêya ji xwe re nakim bargiranî.
Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî çê bûne?
Gorî “lêpoşmaniyê” ez dikarim wa bêjim: heger Xwedê dîsa sê jiyan diyarî min bikira , min ê ew hersê jiyan jî wek vê jiyanê derbas kira. Ji ber vê jî ez tu ne poşman im, wekî min jiyana xwe qurbana miletê xwe kiriye. Ez bi vê kubar û serfiraz im.
Zêde hûn li ser çi disekinin û lê hûr dibin?
Her çar alî dijmin pê ketine û wek wawîka diziya folklora me dikin. Gorî karibûna xwe ez wan kom dikim û dixwazim, wekî miletê me wan bibin xwedî. Ji ber vê jî ez tim piyêsên kurdî dinivîsim û tim wan piyêsa de folklorê dadigirim.
Guhertinên şanogeriya te (ya berê û ya niha) çi ne?
Di tebiyeta min de zêde guhartin çê nebûne. Hilbet, ji wir heta niha praktîka min zêde bû ye, lê dîsa jî sal ya xwe dibêjin. Kêmaniya ênêrjiya genctiyê êdî texmîn dikim.
Çi di dilê te de ma ye?
Hela gele tişt mane û di wê baweriyê da me, ku ez ê pê re bigihînim bêjim; belkî ne gişkî, lê piranî, belkî ne ser sihnê, lê ser kaxaz…
Tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Min ne dixwast, wekî miletê min carekê jî bê xapandin û firotan…
Temaşevanên we kî ne?
Kurd in û ez pir ji wan razî me!
Ji me re qala temaşevanên xwe bikin?
Di dinê de min tu temaşevan ewqasî dilgerm, bi şêkir, emekdar û dilfireh, wek temaşevanên Kurd nedîtine.
Çi hêza we ya şanogeriyê xurt dike?
Hizkirina miletê xwe û kesaniya xwe.
Lîstikên ku te nivîsandine, tu dikarî qala wan bikî?
Sala 2002an de pirtûka min hat çap kirin bi saya serê Bavê Nazê (ez pir ji wî razî me). Dîsa meselên min wek du pirtûkan hene, lê hê nehatine çap kirin. Her sê pirtûk jî piyêsên min di nav da ciyê xwe girtine. Wek min êdî got, ew gişk komêdî ne, xênî yekê bi navê “Evîn û Amed” ew trajêdî ye, lê ew hê min xilas nekiriye. Û yek jî “Yên Xwedê ji wan standî” trajîkomêdî ye.
Peywendiyên Şanogeriya Kurdî û Nirxandina Rojevî
Li gora te şanogerên Kurdî, lîstikvaniya xwe çawa dibînin û dinirxînin?
“Çi?”, “Ji bo çi?”, “Çawa?” dilîzin?
Ez wisa texmîn dikim, ku şanogerên me nikarin wezîfa xwe di dîwarên teatrê de rast fêm bikin. Çimkî cidî nabînin hebûna xwe di wê jiyanê de. Gelekê xwe biçûk dibînin, ev ne rast e.
Şanogeriya kurdî û rojeva Kurdi çiqasî li hev dike?
Ew têkilî min hêna nedîtiye.
Kî nikare bibe şanoger? (Şanoger divê xwedî kîjan pîvanan bin?)
Yê nikare bersîva miletê xwe bide, nikare hebûna milet biparêze, nikare bibe mînak di cîhanê de – ew nikare bibe şanoger.
Li gora te xeteriyên şanogeriyê çawa diyar dibin?
Wek di mûzîkê de noteyên falş (qelp) diyar dibin, wisa jî şanogeriya falş tê xuya kirin.
Jiyana civakî/siyasî kîjan bandoran li ser şanoyê û hunerê dikin?
Van salên dawî de her devera siyasî bandora xwe didin ser şanogera, têatra bi giştî û huner jî bi wan ve girêday. Ev pir ne baş e. Heger mirov bi zûtirekê ji xwe bihese, hişiyar be û vê qeziyê rawistîne, wî çaxê Têatir wê jiyana xwe berdewam bike. Wek sport ketiye bin bandora siyasiyê û dimire, niha wisa jî tê serê çandê. Ev zulma gerek bê sekinandin!
Şanogeriya Kurdî îro di çi rewşê de ye?
Dîsa jî vê gavê em nikarin bi cidî qala şanogeriya kurdî bikin, ji ber ku wê hêna xwe negihandiye civakê.
Têkiliya şanoger û civakê li gorî we çawa ye û yan jî divê çawa be?
Divê şanoger emekdarê civakê be û ew ku ji hev qut bûn, êdî maneya şanogeriyê namîne.
Pirsên Gelemper
Ji klasikên şanoya cîhanê hûn kê dixwînin û diecibînin?
Her çiqas klasîkê cîhanê hene (çiqasî ez nas dikim) ez serê xwe ber wan ditewînim. Ecibandina min li vir zêde ye.
Lehengên te yê/n edebî û şanoyî kî ye/ne?
Klêopatra, Spartak, Şêrlok Holms, Trûffaldîno… Gelek in…
Tu kîjan berhemê/an car bi car dixwînî an jî te xwendiye?
Bingeh ez berhemên klasîk dixwînim. Aniha ez cara duda romana “Şer û Aştî”, ya L.N.Tolstoy dixûnim.
Li gorî te rexneya şanoyê divê çawa be?
Gerek objektîv be.
Hûn bêyî çi/kê nikarin bilîzin?
Bêy hêz û agir.
Kîjan şanogerî we çawa aciz dike?
Şanogeriya prîmîtîv. Ya xam, ya vala…
Hûn ji kîjan hîleyên şanogeriyê aciz in?
Gava ser sihnê bêfeyde dikin qaje-qaj…
Beriya ku mirovek bibe şanoger, divê çi bike?
Pêşiyên me gotine: “Sed carî bipîve, paşê carekê bibire”… Wê jî ez wan meriva re dixwazim, yên ku dixwazin bibin şanoger.
Xwestek û helwesta we ya ji bo şanoya Kurdî çawa ye?
Bisekinin… … … Bifikirin… … … Riya xwe bibînin… … … Xwedê oxira we re be!
Şanoger û temaşevanên Şanoya Kurdî, bi eşqa şanoya Kurdî ketine yan na?
Bi texmîna min her duya jî hêna heta dawiyê tama wê nehesiyane…
Ji bo ku cenabê te bêtir li şanoyê germ û xurt bibe, tu çi dikî?
Eynetê dijmina ve ez ê bînayekî herî mezin û xweşik ji bo Teatra Kurdî ava kim, wekî dinê de ji wê xweşiktir tune be. Û wisa bikim, wekî tu meriv nikaribin fêstîvalê me wisa hêsan hilşînin.
Şanoya çê û xerab çawa ji hevdu tê derxistin? Mirov vê yekê çawa ji hev dikare derxe? Hûn kîjan şîretan dixwazin li şanogerên Kurd bikin?
Çawa mirov dikare bavê çê û xirab ji hev û du derxe, wisa jî teatra çê û xirab dikarî ji hevdu derxe. Ez nikarim îznê bidim xwe û şîreta bidim kesekî. Her kes bila şîreta ji şîrê diya xwe bixwaze. Gava “Teatra Sî” hat Moskvayê, wan dît ku îzin nedan wan, wekî pêlavê (sol) xwe yê derva ve bên ser sihnê. Maneya wê ew e, wekî teatir û sihne Ziyarete, Qudretî ye û îznê nadin tu kesî qirêjê ji derve bînin hundir. Daxwaza min jî ew e, wekî her qîz û xortên Kurd, yên ku dixwazin xwe bikin vî agirê qudretiyê, bila di kûraya dilê xwe de jî paqij bin. Bila kesek nefikire ku ser sihnê wê bikaribin tiştekî veşêrin. Sihne aparata rontgênê ye. Ew laşê te û kincê te nîşan nade… Ew tek hundirê te dide xuya; dilê te, ruhê te, kesaniya te, rastî-nerastiya te, paqijî-qirêjaya te, bedewî-bêcûretiya te… Ha li vê bihizire (raman) KURDO!
Mimesis/Baran Demir