1898 |
Li 10’ ê Rêşemê, ji wek kurê pîşekarekî febrîqa kaxeza li Augsburgê hat dinê. |
1904/1908 | Dibistan (Volksschule) |
1908/1917 | Dibistana navîn û lîse (Königlich-Bayerisches Realgymnasium) |
1913 | Tekstên pêşîn dinivîse (bîrname, kovara dibistanê); Hevaltî bi Paula Banholzer re. |
1917 | Li Munîhê, di Zanîngeha Ludwig-Maximilianê de dest bi perwerdehiya tendirûstiyê dike; beşdarî semînerên Arthur Kutcher ên li ser şanoyê dibe. |
1918 | Li Augsburgê leşkerî, wek berpirsyarê tendirûstiyê; di Şoreşa Sermawêzê de, di konseyeke leşkeran (Soldatenrat) de aktîf e. |
1919 | Rexneyên li ser dramayê; Baal, tev li kabareya politîkî ya Karl Valentin dibe; zarokê wî yê ewil Frank, li Pala Banholzerê ji dayik dibe. |
1920 | Cara yekem gera kurt li Berlînê; dayika Brecht dimire. |
1921 | Gera duyem li Berlînê, beşdarî provayên Max Reinhardt û hin derhênerên din ên navdar dibe. |
1922 | Trommeln in der Nacht (Daholên bi Şevê) li Munîhê li Kemmerspielê û paşê jî li Berlînê, li Şanoya Deutches pêşkêş dike; Brecht xelata rûmetdar a Kleist ya şanonivîsarên ciwan distîne; hevaltî bi Arnold Bronnen re; bi Marianna Zoff re zewac. |
1923 | Im Dickicht der Städte (Li Cingala Bajaran) li Munîhê di Residenztheaterê de tê pêşkêşkirin; Baal, li Leipzigê ji dest pê dike; hevkarî bi Lion Feuchtwanger re li Munîhê; keça wî Hanne, ji Marianna Zoffê dayik dibe. |
1924 | Brecht koçî Berlînê dike; Leben Eduards des Zwieten von England (Lêanîna Edwardê Duyem ya Christopher Marlow, ligel Lion Feuchtwanger ve) di bin derhêneriya Brecht, li Munîh di Kammerspielê pêşkêş dibe; bi Helene Weigela dinase, û ji wê kurê wî Stefan tê dinê; bi Elisabeth Hauptmann re ji dest bi xebatê dike. |
1925 | Hevaltî bi kulmbazê girankêş Paul Samson-Körner, wênevan George Grosz, û romannivîs Alfred Döblin; ji bo rojname û kovaran, nivîsên girîng (kurteçîrok, ceribandin) |
1926 | Mann ist Mann (Mirov Mirov e) li Darmstadtê ji dest pê dike. |
1927 | Hauspostille (Sofî Manûel) derdikeve; bernameya Mirov Mirov e, li ser radyoyê û lêanîna wî ya Macbeth; yekem hevkariya bi Kurt Weill re li ser rêzestranên Mahagonny (Lotte Lenya tê de dilîze); bi Erwin Piscator re li ser sehneyên wî ên ceribandî dixebite; ji Marianne Zoffê vediqete. |
1928 | Die Dreigroschenoper (Operaya Sêqurişan) li Berlînê, di Theatre am Schiffbauer Dammê de ji dest pê dike, dibe lîstika herî serkeftî ya Weimar Republic (Komara Weimer) |
1929 | Das Badener Lehrstück vom Einverständnis (Li ser Hevhatina Lîstikên Hînker ya Baden) û Lindbergflug (paşê ji wek Ozeanflug tê binavkirin, Firîna ji ser Okyanûsê) bi muzîka Paul Hindemith û Kurt Weill ve du Lîstikên Hînker (Lehrstücke) yên pêşîn derdikevin; ji Walter Benjamin dinase; bi Helene Weigel re dizewice; Die heilige Johanna der Schlachthöfe (Saint John yê Stockyardsê, di sala 1932 an li ser radyoyê tê weşandin); Berliner Requiem bi muzîka Kurt Weill re tê weşandin. |
1930 | Aufstieg und Fall der Stadt Mahagonny (Avabûn û Xerabûna Bajarê Mahagonny) li operaya Leipzigê tê pêşkêşkirin (di bin çavdêriya Naziyan); Der Jasager und der Neinsager (Ê Ku Got Erê, Ê Ku Got Na) li Berlînê ji aliyê Brecht ve hat derhinandin; Keça wî Barbara ji Helene Weigelê dayik dibe; Die Maßnahme (Derman) li Berlînê pêşkêş dibe; Geschichten vom Herrn Keuner (Çîrokên Keuner); Die Beule (Kurmî), senaryoya ji bo filîma Operaya Sêqurişan (ne hat bikaranîn). |
1931 | Mann ist Mann (bi lîstina Peter Lorre) bi derhêneriya Brecht ve hat çêkirin; Brecht û Weill ji ber îhlala peymana produksiyona filîma Operaya Sêqurişan a G.W.Pabst, dozê li Nero Filîmê vedikin. (Brecht winda dike, ji mehkemê vedikişe û Weill serdikeve) |
1932 | Die Mutter (Dayik, ji romana Maksim Gorki hatiye girtin) ku bi derhêneriya Brecht û Emil Burri ve hatibû çêkirin, li Berlînê ji dest pê dike; filîma Kuhle Wampe (bi beşdariya Slatan Dudow, Ernst Ottwalt, Hanns Eisler) piştî skandaleke sansurê di meha Gulanê de tê pêşkêşkirin; Die Rundköpfe und die Spitzköpfe (Serên Girover û Serên Tûj); hevaltî bi Margarete Steffin re. |
1933 | Piştî şewata Reichstagê (27’ ê Reşemê) bi malbata xwe re direve Zurîhê û paşê bi Weigel û du zarokên xwe Stefan û Barbara ve li Danîmarkayê (Svendborg) bi cih dibe; Sieben Todsünden (Heft Gunehên Tengasiya Mezin) bi muzîka Weill re li Parîsê ji dest pê dike û derbasî Londonê dibe; xebatên li ser antolojiya helbesta “Svendborger Gedichte” (cara yêkem li Kopenhagenê di 1939 a de hat çapkirin); hevaltî bi Ruth Berlau re. |
1934 | Brecht û Hanns Eisler li Londonê; xebat li ser Der Dreigroschenroman (Romana Sêqurişan) |
1935 | Diçe Moskovayê ku li wir Sergei Tretiakov, Sergei Eisentin û lîstikvanê Çînî Mei Lan-Fan dinase; ji bo prodiksiyona Dayik diçe New Yorkê; Furcht und Elend des Dritten Reiches (Tirs û Şerpezeyiya Reichê Sêyem) |
1936 | Gereke kurt li New York û Londonê |
1937 | Gera li Parîsê; Die Gewehre der Frau Carrar (Tifingên Seqora Carrar) bi derhêneriya Slatan Dudow û stêriya Helene Weigel ve, li Londonê tê pêşkeşkirin. |
1938 | Li Parîsê heşt sehneyên Furcht und Elendê di bin derhêneriya Slatan Dudow û stêriya Helene Weigel, li Elmanyayê pêşkêş dibe; yekem versiyona Leben des Galilei (Jiyana Galîleo) diqede. |
1939 | Ji ber bandora Naziyan a li ser Danîmarkayê, zordarî li Brecht û malbata wî tê kirin ku koçî Stokholmê (Swêd) bikin; Bavê Brecht dimire; Was kostet das Eisen? (Hesin bi Çi Qasî ye?) ji aliyê Brecht û Ruth Berlau ve li Stokholmê tê pêşkêşkirin; Mutter Courage und ihre Kinder (Dayika Wêrîn û Zarokên Wê) bi lîstikvaniya Therese Giehse di 1941’ an de, Zurîhê ji dest pê dike. |
1940 | Bi pêşketina Naziyan, zordarî li Brecht tê kirin ku koçî Fîlandiya bike. Berîn diçe Helsînkiyê, piştre di nav milkê nivîskar Hella Wuolijoki bi cih dibe; Der gute Mensch von Sezuan (Mirovê Baş yê Sezuanê) diqede; Guhartoka yekem a Das Verhör des Lukullus (Mehkemeya Lucullus) tê qedandin; bi Wuolijoki re, Herr Puntila und sein Knecht Matti (Puntîla Beg û Xulamê Wî Mattî) dinivîse; Flüchtlingsgespräche (Axaftinên Li Nav Firaran) |
1941 | Brecht û malbata xwe, bi riya Moskova û Vladîvostokê derbasî San Pedroyê (Bajarê lîmanê yê Los Angelisê) dibin; Margarete Steffin ji ber êşa zirav li Moskovayê dimire; Brecht bi Charlie Chaplin, Fritz Lang û hostayên din ên Hollywoodê dinase; Li ser Der aufhaltsame Aufstieg des Arturo Ui (Bilindbûna Bergirbar ya Arturo Ui) dixebite ku cara pêşîn di sala 1958’ an de li Stuttgratê tê pêşkêşkirin. |
1942 | Brecht ji firarên din ên Elman li Los Angelisê dinase (Arnold Schonberg, Theodor Adorno, Max Horheimer, Thomas Mam, hwd); xebat li ser seneriyoya filîman (berhema Fitz Lang, a “Hangmen jî Dimire” jî tê de ye) |
1943 | Gereke kurt li New Yorkê, ku li wir bi Erwin Piscator, Wieland Herzfeld, Ernst Bloch, George Grosz, W. H. Auden, hwd. re dinase; Bi Lion Feuchtwanger re li ser Die Gesichte der Simone Machard (Xeyalên Simone Machard) dixebite ku mafên filîmê ji MGM (qet ji nehat çêkirin) re hatibûn firotin, cara yekem di sala 1957’an de li Frankfurtê am Main pêşkêş dibe; Schweik im Zweiten Weltkrieg (Schweyk di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de) diqede, cara yekem di sala 1958’ an de li Elmanyayê li Erfurtê tê pêşkêşkirin. |
1944 | Der Kaukasische Kreidkres (Çixêza Tebeşîrê ya Qefqasa) diqede, cara yekem ji Îngilîzî (bi wergera Eric Bentley) di 1948’ an de, di Carleton Collage de li Minnesotayê û li Elmanyayê jî ji aliyê Brecht ve li Berliner Ensembleyê (Koma Berlîner) di 1954’ an de tê pêşkêşkirin; Brecht û Auden li ser lêanîna The Duchess of Malfi ya John Webster dixebitin, ku di 1946’ an de li Şanoya Barrymore li New Yorkê pêşkêş dibe. |
1947 | Despêkirina Life of Galileo (Jiyana Galileo) bi Charles Laughton li Los Angelisê (werger ji aliyê Brecht û Laughton), cara pêşîn li Elmanyayê li Kammerspiele, Cologneyê, di 1955’ an de hat pêşkêşkirin; li Washington D.C.yê, Brecht ji aliyê House Unamerican Activities Committee (HUAC)[Komîteya Çalakiyên Dijî Amerîkayê] ve tê pirsiyarî kirin; Roja paştirê ji DYA (USA) yê derdikeve, diçe Swêsreyê. |
1948 | Brecht Antigone’ ê ya Sophocles (ji wergera Hölderlin) lêanîn dike û bi rêweberiya bi Caspar Neher re li Şanoya Chur çêdikin, ku Helene Weigel jî di lîstikê de cih digire; Brecht li Zurîh Schauspielhausê, di produksiyona Puntilayê de jî cih digire; Brecht koçî Berlîna Rojhilat dike; Kalendergeschichten (Çîrokên ji Salnameyê), weşana Brecht ya yekem piştî şer li Elmanyayê derdikeve holê. |
1949 | Brecht, Berliner Ensembleyê dadimezrîne (li Şanoya Deutches bicih dibin) û Mutter Courage derdixe ku Helene Weigel jî tê de dilîze; Tage Der Commune (Rojên Komun) ji bo produksiyonekê li Zurîhê hate qedandin (lê li wir nehat lîstin), cara pêşîn di 1957’ an de li Karl-Marx-Stadtê (Elmanyaya Rojhilat) tê pêşkêşkirin. |
1950 | Brecht dibe hemwelatiyê Avusturyayê; Brecht derhêneriya Der Hofmeister (Fêrmendê Seraya)’ ê dike, ev lêanîna J.M.R. Lenz e; ku bi Ruth Barleu, Caspar Neher, Egon Monk û Benno Beson ve tevahî amadekiribûn. |
1953 | Brecht ji bo Serokatiya Navenda PEN a Elmanyayê tê hilbijartin; Turandot oder der Kongreß der Weißwäscher (Turandot); Brecht rêzên helbestên Buckower Elegien (Lawijên Buckow) diqedîne. |
1954 | Berliner Ensemble derbasî Theatre am Schiffbaurdamm dibe; yekem gera navnetewî li Parîsê ku li wir produksiyona Berliner Ensembleyê Mutter Courage bû sedema hestyariyê û Brecht rakire payeya derhênerê herî girîng ê Ewropayê; Shurkamp Verlag, li Frankurt am Mainê (Elmanyaya Rojava) û Aufbau Verlag (Berlîna Rojhilat) dest bi çapkirina berhemên Brecht ên kevn dikin. |
1955 | Brecht li Moskovayê xelata Stalîn distîne (ew dixwaze ku Boris Pasternak axaftina wî ya li ser stendina xelatê wergerîne); Berliner Ensmebleyê cara duyem, bi Der kaukasische Kreidekreis ve, derdikeve gera Parîsê; Brecht nexweş dikeve. |
1956 | Ji bin rêberiya Brecht provayên Leben des Galilei (Jiyana Galileo) û amadekarina Berliner Ensembleyê ku ji bo vê çêkeriyê ve biçin li Londonê; 14’ ê Tebaxê Brecht, ji ber ku dilrawestanê dimire; 17’ ê Tebaxê, li Dorotheenfriedhofê, li Berlînê tê defin kirin. |
ÇAVKANÎ:
International Brecht Society. http://german.lss.wisc.edu/brecht/
Werger: Erfan Cantepe (ji tirkî bo kurdî)