“Xwezgînî” Promiyera Xwe Li Amedê Kir

Pinterest LinkedIn Tumblr +

afisxwez

Mimesis Nûçe / Promiyera lîstika Şalîko Bêkes “Xwezgînî” dîsa bi derhênertiya Şalîko Bêkes di 27ê Berfanbarê 2013a de li sehneya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat.

Mijara Lîstikê:

Di komediya bi navê “Xwezgînî”yê de tabuya “bav/malbat”ê û hilweşîna vê tabuyê ya li dû rasthatineke trajî-komîk tê vegotin. Evîndarê ciwan di hizirên xwe de kumê “kesê xirab” daye serê bavê hezkiriya xwe û pê wa ye ku ew yekî “tirsnak” e û sedema bextreşiya wî ew e. Gava li nêzîkî mala hezkiriya xwe, xwe bi xwe dipeyive, kela dilê xwe li ber “zilamekî biyanî” dirêje. Piştî ku bi rojan prova dike û bi hemû cesareta xwe diçe mala hezkiriya xwe ku bi malbata wê re biaxive, ew û “zilamê biyanî” li wirê rû li hev dikevin. Piştî ku tê digihîje “zilamê biyanî” bavê hezkiriya wî ye, êdî hewla wî ew e ku cilikê xwe ji avê derxe.

Her hefte roja în û şemiyê saet:20.00 an de li şanoya bajêr a Amedê tê lîstin.

Nivîskar û Derhêner: Şalîko Bêkes

Sêwirînerê Dekorê: Serdar Geren

Sêwirînerê Kostumê: İsmail Oyur

Sêwirînerê Ronahiyê: Bayram Can

Sêwirînera Afîşê: Bahar Demirtaş

Lîstikvan:

Özcan Ateş

Rêzan Kaya

Kemal Ulusoy

Salih Yıldızöz

Paylaş.

Yanıtla